ضرب المثل های کرمانجی( لاتین)-قسمت اول
Gotinên bav u kalan
Agir berda konê xwe da zomê
Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
Agir pêkeve bîhna pîşo jê nayê
Agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
Agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
Adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
Afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
Alîkî şîn e, alîkî dawete
An bike nelerize, an neke nelerize
Aqilê giran mû kere
Aqilê sivik barê giran
Ap biraziya, xal xwarziya ra dike
Arvanê salê bi salêra diçe
Aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
Aş digere bi avê, law dike karê bavê
Aşê dîna bê av digere
Av ronahiye, ji avê metirse
Av nafetile ba di cîkî da nasekine
Av zane di bin wê da çi heye
Ava golan bê tevger e
Av di golande genî dibehi
Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
Ava xurtan serhevraz e
Avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
Ava bin kayê ye
Ava bîrê bi bîrê tehl e
Avabûna malan di destê jinên çê dane
Ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
Ava xwestî nakeve hestî
Ava miriyan nerêje nava deriyan
Ava rijiyayî nayê berhev kirin
Avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
Avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
Avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
Axa bi xulam e, xulam bi olam e
Axa bi deh gundên xwe ve bawer dike Keyxosrew e
Axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
Axê amîna namîne li ser zaliman
Axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
Axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
Axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
Awa awa latkî, awa awa tebabkî
Azadî firehiya cîhanê ye
Azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
Azaya bi tirs bila qet tunebe
Agir pêkeve bi xwe nahese