ضرب المثل های کرمانجی(لاتین)-قسمت دوم
Bav çi seg be, wê law jî ew seg be
Bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
Bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
Bayê gurgurî weke jina virvirî
Bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
Bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
Barana havînê şilkir binê kulînê
Barê ketiyan kes ranake
Barê serê bê aqil, ling dişkînin
Behsa gur dikin gur hazir in
Beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
Berxê xelkê ji meriv re nabin beran
Berxê nêr li ber du makaye
Berxê nêr ji bona kêr
Berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
Berfa hûr e, dawî dûr e
Ber bi mino ha ji xwe tino
Berya sicûrê xwe davê tenûrê
Bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
Behr bi devê se pîs nabe
Berxê çê li ber kozê kivse
Berx heta hetayî bin selikêde nabe
Belga darê dar dixemilîne
Bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
Berdana jinê edeta dinê
Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
Berê biedilîne paşê bi xemlîne
Beledê malê ne biyan e, kesê gund e
Beg timî xwînxwar in
Berf diçe erd dimîne
Berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
Berxê sêwî beran jê dernayê
Berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
Berxên pir, ji mihên pir in
Betalî xirab malî
Bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
Bextê reş mirovan dike nexweş
Beza hespê namûsa siwar e
Beza mirîskê heta kadînêye
Beza pisîkê heta ber kulfikê
Bi fisan çarşef boya nabe
Bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
Bipêje hê birêje
Binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
Bila bixwenda paşê bigota
Bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
Bila bizê nêr û mê ferq nîn e
Bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
Bira ancax hewara bira da tê
Bitirse ji germa germ û mirovê nerm
Bi xêra seriya dixwe keriya
Bila diz hebin, şevereş gelek in
Bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
Bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
Bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
Bindest û ser dest, nabin yek dest
Birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
Biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
Bi destê xwe mala xwe xirav kir
Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
Birîna bi xwe nexwure rehet nabe
Bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
Bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî
Biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
Biçûk biçûktî, mezin mezintî
Biçûkê malê, kûçikê malê
Biçûkê salê, gula malê
Bide , netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
Bi darê zorê tu tişt nayê pêş
Bi derziyê bîr nayê kolan
Bi dest bike, bi dev bixwe
Bi derziyê neçe ser şûjinê
Bi destê namerda neçe, bila av te bibe
Bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
Bi kulmê neçe ser dirêşê
Bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
Bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
Bi nermî mar ji qulê tê der
Bi nanekî mirov nabe nandar
Bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
Bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
Bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
Bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
Bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
Bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
Bîhna kiz, tê ji mala diz
Bigre û here, li paş xwe nenêre
Bihur bi dînan sax nabe
Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
Bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
Bê dev xeber nayên tev
Bêjin lal e nebêjin teral e
Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî --- dişibe gotina tirkan
Bê zanîn dijî ulmêye
Bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
Bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
Bêndera dereng nabe xwirê xweyî
Bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
Bê serwerî girara pira nakele
Bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
Boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
Bû xwê ket agir
Bûka xalê delaliya malê
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye